3 December 2025 - 13:08
Aliyên Şîe li ser dûrxistina komên çekdar ji wezaret û meqamên girîng lihev kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

"Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beyt (S.X) - ABNA -Tevgerên Şîeyên Iraqê ji ber zextên DYA’yê, li ser dûrxistina nûner û endamên komên çekdar ji wezîfe-meqamên girîng û wezeratên girêdayî çavkaniyên welat, gihiştin lihevkirineke giştî.

Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê diyar kir ku Rêberê Şîeyan gihiştiye wê biryarê ku nabe endamên komên çekdar  meqamên wezaretên weke petrol, darayî, veberhênan û saziyên têkiliya wan rasterast bi aborî yan darayî li gel DYA’yê heye werbigirin.

Sedema vê biryara Şîeyên Iraqê, zextên bênavber yên Washîngtonê ne û tirsa Şîeyan ewe ku DYA hevkariya xwe ya li gel Iraqê bidawî rawestîne.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku, komên çekdar daxwaza beşdariya hikûmeta nû ya Iraqê kirin ku bi rêya sîstema qurayê ku piştî sala 2005’ê ketiye meriyetê.

Têkildarî mijarê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên wiha gotibû; “DYA’yê ji Bexda re ragihandiye ku eger şeş komên çekdar yên hatine diyarkirin beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin, ewê hevkariya xwe ya li gel Iraqê rawestîne.”

Her wisa têkildarî vê yekê Rêberê Tevgera Hîkme, Emar Hekîm jî ragihand ku erkê herî girîng ya hikûmeta pêşerojê avakirina têkiliyeke bi bandor bi DYA’yê, divê wezareta petrolê ji kesekî ku ji komên çekdar dûr re bê dayîn.

Your Comment

You are replying to: .
captcha